Kongreya PYD’ê bi axaftinên mêvanan didome

Kongreya 8`emîn a PYD`ê ku li bajarokê Rimêlan li dar dikeve, bi axaftina nûnerên şandeyan dewam dike.

Bi navê malbatên şehîdan hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arif Balî kongre pîroz kir û wiha got: “PYD`ê li gorî pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, xwe bi rêxistin kir.”

Balî hêvî kir ku kongre bi biryarên ku xizmeta civaka Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi dawî bibe û diyar kir ku malbatên şehîdan piştgiriya keda hemû aliyên Kurdistanî yên pêkanîna yekitiya nîştimanî armanc dikin, dike.

Her wiha nameya Yekitiya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin û tê de wiha hat gotin: “Partiya Yekitiya Demokratîk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî layîq li ber xwe da û pîvanên felsefeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, temsîl kir. Hevalên hêja, hûn ji bo hemû partiyên siyasî û yên şoreşger bûn pêşeng û mînaka fedakariyê. We felsefeya neteweya demokratîk pêk anî û nasnameya civakê ku hêzên kapîtalîst û di serî de dewletên neteweyî xwestin tune bike, we îspat kir.”

Bi navê Kongeya Star jî berdevka fermî Evîn Siwêd axivî û diyar kir ku kongre di qonaxeke nazik û çarenûsî de li dar dikeve ku li Sûriye guhertinên dînamîk pêk tên û tenê hêz li pêş e û dengê çekan bilind e. Evînê îşaret bi girîngiya dîtina çareseriyên siyasî ji bo aloziya Sûriyê kir û daxuyand ku PYD`ê xwedî nêrîn e û dikare vê rolê pêk bîne. Ji ber ku yek ji partiyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirandiye.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî lidarxistina kongreya 8`emîn a PYD`ê pîroz kir û îşaret bi rola partiyê ya avakirina Rêveberiya Xweser kir û wiha dewam kir: “Partiya Yekitiya Demokratîk roleke girîng di birêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst û ji bo mayîndekirina biratiya gelan û parastina wê, kedeke mezin da.”

El-Ebid bi bîr xist ku PYD hîna jî hewl dide ku yekitiya xaka Sûriyê biparêze. El-Ebid di kar û xebatên kongreya PYD`ê de serkeftin xwest û hêvî kir ku biryarên ku xizmeta gelên herêmên û Sûriyê dikin, ji kongreyê derkevin.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk jî şêwirmendê karên sivîl Rêzan Gilo axivî û hêvî kir ku heta avakirina Sûriyeke azad, PYD têkoşîna xwe dewam bike. Rêzan wiha got: “Herêm di qonaxeke nazik re derbas dibe û rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê.”

Rêzan Gilo bal kişand ser ku QSD’ê piştevaniya tevahî kedên ji bo yekitiya Kurdan û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm jî wiha axivî: “PYD’ê di salên borî de gelek qurbanî dan û bi van qurbaniyan re Rêveberiya Xweser hat damezirandin. Ji ber partiyê ev fikr pêşkêş kir û pêkhateyên herêmê qebûl kir. Ev şoreşa hevgirtî ya rasteqînî ye û encama têkoşîna partiyekê ku hedefa wê pêkanîna daxwazên gelan be. Çawa ku tevahî hêzên êrişî herêmê kirine, têk birin, dê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin.”

Kombxebata kongreyê bi axaftina beşdaran berdewam e.

Show More
Back to top button