Roja yekemîn a Kongreya PYD‘ê bi dawî bû

Kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” îro sibeha li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.

Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûn.

Kongrê di saetên nîvro de ji çapemeniyê re girtî dewam kir û beriya çend kêliyan bi xwendina raporên salane ya xebatên buroyên partiyê bi dawî bû.

Kongrê dê sibe berdewam bike, rêzikname dê were nîqaşkirin û hevserokên nû werin hilbijartin.

 

Show More
Back to top button