Şêniyên Tirbespiyê ji bo Rêber Ocelan daketin qadan

Şêniyên Rojava ji bo şewawta ku li grava Îmarlî pêk hat daketine qadan.

Bi diruşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi sedan şêniyên navçeya navçeya Tirbespiyê û gunde warên ji bo şermezarkirina şewatê daketin qadan û meş li dar xistin.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pê kir û heta çerxerya azadî dewam kir, meşvanan wêneyên rêber Abdulah Ocelan rakirin û sloganên şermezrkirina tecrîda li ser rêber Apo berizandin.

Meş li çerxereyê veguherî mêtîng, mêtîng bi deqeyek rêzgirtin li ser canê şehîdan dest pê kir.

Di meşê de li ser navê kongra Star Xaliya Eyûb axivî, Xaliya şewata li îmraliyê şermezar kir û got: em van kiryaran li ser Rêberê mirovahiyê tu caran qebûl nakin  bi agirekî li ser îmraliyê nikarin roja me tarî bikin.

Her wiha Xaliya teqez kir ku heya ku ji rewş û  selametiya Rêber Abdullah Ocalan tiştekî rast nas nekin ewê her li qadan bin û berxwedanê bidomînin.

Show More
Back to top button