‘Em ê li kolanan bin heta em rewşa Rêberê Mirovahiyê nas bikin’

Jinên Navçeye Tirbesipiyê ku îro tevlî meşe şermezarkirina şewata li girava Îmraliyê  bûn, bang li aliyên têkildar kirin ku destwerdanê bike û rewşa Rêber Ocalan eşkere bike.

 

Jina bi navê Xerma Alî wiha got: em wek gelê navçeya Tirbesipiyê daketin qadan ji bo şermezar kirina vê şewata li girava İmraliyê û emê li ser piyabin heta em rewşa Rêber APO ya tendirostî bê zelal kirin. Dewleta Tirk ya faşist bi vê şewatêKompiloya 9’ê Cotmehê dubare dike.

Xerma wiha berdewam kir: em wek jin car din dibêjin heta ku rewşa Rêbertî ji nêz ve newe şopandin emê li qadan bin, bangewaziya min ji jinên duniyayê re heye ku li pey doza Rêberê xwe bin. Faşizma Erdogan nikare me û Rêberê me ji hev qut bike û doza me bi perçqîne.

 

Jina bi navê Asiya Cuma jî wiha axivî: ji bo vê Buyera ku îro li girava Îmraliyê qewimî ne ji rêzê ye, Ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Rêber Ocalan gelek kiryarên ne demokratîk hatin meşandin wekî tecrîd, astengkirina hevdtîna parêzeran û malbatê. Dewleta Faşîst bi van kiryaran têr nebû, lê belê li girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê girtî ye şewat derxist. Heta niha der barê şewatê de, tu agahiyên zelal ne hatine xuyakirin.

Asiya Cuma gotinên xwe wiha bi dawî kir: dîroka Dewleta Tirk bi Komkojiyan û buyerên qirêj dagirtiye, bi vê şewata ku îro derketî xwestin îrada gel bişkînin lê em ji Cîhanê tevahî re dibêjin tu carî îrade û vîna me nayê şikandin. Jin, zarok, kal û pîr emê li kolanan bin heta em rewşa Rêberê Mirovahiyê nas bikin.

 

Show More
Back to top button