Çalekiyê ji bo eşkerekirin rewşa rêber Ocelan didomin

Bi dehan ciwanên Şoreşger yên navçeya Tirbespiyê meşiyan ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

Meş ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger destpê kir.Ciwanan meşale û wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsa bê serok jiyan nabê hildan.

Ciwanan di nav kolanên sereke de meşiyan heya gihaştin dest pêkirina bajêr meş li wê derê rawestî meşvan deqeyek rêzgirtin rawestiyan paşê endama Tevgera Jinê Ciwan Nisrîn Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin, Her wiha bang li eşkerekirina tenduristiya Rêber Ocalan kirin.

Her wiha teqez kir ku ew çalakiyên xwe bidomînin heya ku hevdîtinên parêzer bi Rêber Ocalan re pêk werin.

Meş bi sloganan bi dawî bû.

 

Show More
Back to top button