‘Ocalan hêza xwe ya çareseriyê dîsa destnîşan kir’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş di 3’ê Adara 2019’an de bi malbatên xwe re rûniştin. Hevdîtin piştî hesasiyet û nerazîbûna gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a piştî şewata li Girava Îmraliyê pêk hat.

Malbatan di dema serdana Girava Îmraliyê de piştrast kirin ku şewat derketiye. Her wiha ragihandin ku rewşa muwekîlên me bi giştî baş e û şewatê bandor li wan nekiriye.

Lê belê şêweyê tecrîda li girtîgeha Îmraliyê malbat û raya giştî timî xistiye nava fikaran. Hevdîtina malbatan û parêzeran yek ji mafên bingehîn ên girtiyan e, lê belê ev yek ti carî li girava Îmraliyê bi rengekî hiqûqî pêk nehatiye, weke amûrek ji bo şantajê û gefê hatiye bikaranîn. Weke ku îro jî hate dîtin, ji sala 2011’an û vir ve tenê bi grevên birçîbûnê, şewatê û rewşên bi vî rengî yên awarte de hevdîtin pêk hatiye. Ev rewş ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê exlaqî ve jî nayê qebûlkirin.

Em hîn bûn ku Birêz Ocalan bi moral e, xurt e û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Di vê hevdîtinê de ku bi birayê xwe Birêz Mehmet Ocalan re kir, hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn careke din destnîşan kir. Diyar kiriye ku ew sekna xwe ya ku di hevdîtinên 2019’an de nîşan da, hîn bi xurtî didomîne. Bûyerên siyasî yên dema dawî diqewimin mafdariya Birêz Ocalan nîşan didin. Her wiha tecrîda li Îmraliyê ya di vê atmosferê de tê dewamkirin, eşkere dibe ku li dijî paşeroja gelan e.

Tecrîd pêkanîneke bêhiqûqî ye ku li dijî şexsekî tê kirin û di heman demê de li hemberî îradeya jiyana hevpar a aştiyane ya gelan e. Em bang dikin ku ev tecrîd tavilê bê rakirin.”

Show More
Back to top button