Rêzeçalakiyên ji bo pêşwazîkirina 8’Adarê didomin

Di nava rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê de bi pêşengtiya Kongra Star û Kevana Zêrîn û bi tevlîbûna pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan îro li parka giştî ya kantona Qamişlo şahitek hat li dar xistin.

Li cihê şahiyê cil û bergên hemû çandên netewan, her wiha tişt û amûrên her çandekî hatin nîşandan.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê Kongra Star Hediya Şemo axivî, Hediya bi xêr hatina mêvanan kir û 8’Adarê li Rêber APO û tevahiya jinên cîhanê pîroz kir. Her wiha Hediya teqez kir ku destkeftiyên hatine bidestixistin bi saya felsefeya Rêder APO û berxwedaniya jin ya bê hempa ye.

Piştire koma Şehîd Rojbîn ereb û koma Kevana zêrîn stran bi zimanê kurdî û erebî gotin, her wiha Koma Şehîd Qereçox (koçerat) û Koma Til Koçer xelekên govenda filklorî gerandin. Her wiha Hunermend Bêrîtan Hewreman stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button