Ji Rêveberiya Xweser biryarên nû

Ji ber qedexeya derketina derve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo malbatên xizanên biryarên nû dan.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber dirêjbûna dema qedexeya derketina derve malbatên xizan ên ku debara xwe ji karê xwe yê rojane peyda dikin, nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin. Ji bo alîkariya van malbatan, dê paketên xwarinê li tevahî rêveberiyên xweser û sivîl ên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin belavkirin, da ku bi lez li malbatên xizan werin belavkirin.”

Her wiha Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku ji bo pêşlîgirtina belavbûna Koronavîrusê, cenazeyên miriyan ên ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên derbas dibin li goristanên taybet ên nêzî deriyê ku tê re derbas bûne werin veşartin.

Meclisa Rêveber biryar da ku hemû kesên derbarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Show More
Back to top button