Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine 95 hezarî derbas kir

 Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa korona 95 hezar û 738 kesan jiyana xwe ji dest daney
Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa korona 95 hezar û 738 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha milyonek û 604 hezar û 900 kes jî bi vîrûsa korona ketine. 356 hezar û 673 kes jî baş bûne.
Li Ewropa hejmara kesên ku bi vîrûsa korona ketine gihîşt 778 hezar û 896’an. 65 hezar û 918 kesan jiyana xwe ji dest dane û 185 hezar û 320 kes baş bûne.
Li Emerîka Başûr 500 hezar û 879 kes pê ketine. 17 hezar û 694 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 hezar û 298 kes baş bûne.
Li Emerîka Bakur 39 hezar û 662 kes bi vîrûsa korona ketine. Hezar û 620 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 129 kes baş bûne.
Asya di rêza sêyemîn de ye. Li Asya 264 hezar û 305 kes bi vîrûsa korona ketine. Ji vane 9 hezar û 904 kesan jiyana xwe ji destdane. 129 hezar û 238 kes baş bûne.
Li Efrîka jî 12 hezar û 915 kes bi vîrûsê ketine. 634 jiyana xwe ji dest dane. Hezar û 698 kes baş bûne.
Li Okyanûsyayê 7 hezar û 522 kes pê ketine. 55 kesan jiyana xwe ji dest dane û 361 kes baş bûne.
Show More
Back to top button