Kongreya Star dayika Ûweyş bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star – Rojava bi wesîleya salvagera 27‘an a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Dayika Ûweyş mînaka jina azad a berxwedêr e, ku li hemberî şert û mercên jiyanî yên zehmet û astengiyên mezin ên di her aliyên jiyana malbatî, civakî û aborî de sekinî, teslîm nebû û zarokên xwe li ser giyanê berxwedanê mezin kir.

Dayika Ûweyş mîna dibistanekê bû, jiyana wê bi gelek mînakan, wekî sebir, întîqam, redkirina teslîmbûyînê, jiyana birûmet û azadîxwaziyê tijî  bû. Ev taybetmendî û xisûs zemîna avakirina kesayetek fermandar û leheng mîna Rêber Abdullah Ocalan danî, yê ku ji zarokatiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Dayika Ûweyş tevî ku xwendin û nivîsandin nedizanî, lê helwesta wê di jiyanê de, mîna îrade û îsrara li hemberî jiyanê hebû.

Dayika Ûweyş îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê ve destpê dike, ev yek di perwerdekirina durist a Rêbertî û piştgiriya wî de diyar bû.

Serkeftinên mezin ên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet serkeftinên jinê, avakirina netewa demokratîk keda Rêbertî ne. Rêbertî li hemberî xeta şofenîst, netewperestî û sîstema kapîtalîst, netewa demokratik da avakirin.

Di dawiyê de em dibêjin ku dayika Ûweyş wê mînaka lehengî û serferaziyê bimîne. Ji ber ku bi saya wê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bû. Dayika Ûweyş rêberê mezin xwedî kir, em bi saya wî azad dijîn.”

Show More
Back to top button