​​​​​​​Kongreya Star: Li hemberî dagirkerî û îxanetê divê dengê jinan bilind bibe

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrişa 14‘ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ya qirker û dagirker di şeva 14‘ê Hezîranê  de li ser Şengal, Wargeha penaberan a Mexmur û Herêmên Parastina Medya yê êrîşên hewayî pêk anîye.

Em wek koordînasyona Kongreya Star van êrîşên dij mirovayî yên hovane yên li ser gelê me û herêmên me bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi tinekirina gelê Kurd hebûna xwe berdewam dike. Ji bo vê ji gelê Kurd û Jinên Kurd ditirse, ev êrîş encama tirsa dewleta faşîste.

Em jî dibêjin ev êrîş tu carî me bêdeng nakin û natirsînin. Ji ber em gelê berxwedêr in. Doza me ya hebûna me ye û rewa ye. Ev êrîşên hovane dewleta Tirk ya faşîst lewaz dike, em bi berxwedana xwe hîn zêde bihêz dibin. Ji bo her êrîşekê hêrsa me li hemberî faşîzmê û zîhniyeta qirker zêde dibe.

Dewleta Osmanî di sala 1915‘ an de li ser gelên Asûr, Keldan, Suryan komkujiya SÊFO pêk anî. Bi mîlyonan însan bûn qurbaniyên faşîzma Osmaniyan. Her wiha di roja îro de jî Dewleta Tirk a faşîst vê hovîtiyê berdewam dike. Siyaseta înkar û îmhayê li ser gelê berxwedêr û azadîxwaz dide meşandin, êrîşên herêmên me dike.

 Ev êrîşên dewleta qirker ya faşîst binpêkirina hemû pîvanên mirovî û zagonên navnetewî ne. Ev êrîş li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistana Başûr pêk hatîne. Birînên mezin di nava xwezayê û civakê de didin vekirin.  Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk ya dagirker daxuyaniyên şermok yên ji aliyê hukûmeta Bexda ve yê tên dayîn têrê nakin. Divê dewleta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet parlementoya Herêma Kurdistanê bi erk û berpirsiyariya xwe ya exlaqî rabin. Divê rê nedin êrîşên bi vî rengî. Her wiha divê gelên Iraqê vê tecawizê qebûl nekin, xwedî helwest bin. Çanda gelê berxwedêr ya Başûrê Kurdistanê bi heybete, divê gelê me yê başûr li xaka xwe, jiyana xwe û çanda xwe xwedî derbikevin. Sekna tekoşîna bê hempa bi pêşengiya jin eşkere bûye. Her kesê ku îxanetê li ser xwe qebûl nake divê bi pêşengiya têkoşerên xwe sekna xwe raber bike.

Ev êrîş di pêvajoya xebata yekitîya netewî de pêk hatine. Dixwazin van hewildanên yekîtiya kurdan ji holê rakin. Vîna gelê Kurd û Jina Kurd bi yekîtîya netewî, bi netewa demokratîk eşkere dibe. Dijminê gelê Kurd vê rastiyê baş dizanin ji bo vê naxwazin ev yekîtî çê bibe.

Em baş dizanin heya em gîhaştine roja îro nirx û keda pir mezin hatiye dayîn. Ev nirx û ked ya herkesîye bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê, sazî û rêxistinên jin divê van nirxên xwe bi parêzin û xwedî lê derkevin. Helwesta xwe li hemberî dagirkerî, qirkerî, destavêtin û êrîşên hovane raber bikin. Ev dagirkerî û îxanet di destpêkê de li ser me jinan hatiye meşandin. Li hemberî îxanetê divê di serî de dengê jinan bilind bibe.

Dewleta Tirk bi armanca fetisandina dengê şoreşê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Bi armanca veguhertina demografya, herêmên dagirkirî vala bike dewleta faşîst û çeteyên wê her roj sûcên şer dike. Revandin, tecawiz kirin, kuştin, girtin, wendakirina jin, zarok û ciwanan sûcê şere. Lê belê qada navnetewî bêdeng maye û ev bêdengî bi gûmane.

Bêdengiya saziyên navnetewî dibe sebeba xurtkirina faşîzma dewleta Tirk û tehdîdên wê li ser tevahiya cîhanê. Lewra kiryarên wê yê qirker didomin. Mînakê wê êrîşên ser jinên siyasetmedar u tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê, êrîşên ser şehîdgehên me, êrîşên hovane ser cesedê şehîdên me ne. Lê gelê kurd tucar bi tenê nemaye. Bi vê mebestê em silav û hezkirinên xwe ji bo dostên Kurdan yên ku sekna bi rûmet  li hemberî faşîzma dewleta Tirk nîşan dane pêşkêş dikin. Ev sekin û çalekî sûcên şer eşkere dikin, balê dikişînin ser kiryarên rojane. Her wiha ev çalakiyên dostê me silavkirina berxwedana jina ye.

 Di dawî de em cardin van êrîşên hovane şermezar dikin û daxwaz ji rêxistinên navnetewî yên cîhanê dikin ku bi erka xwe rabin. Van êrîşan bidin seknandin.

Em bang dikin ku di pêşengiya jin û ciwanan de em asta tekoşîna xwe bilind bikin, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin.

Bimre dagirkerî û xiyanet..Bijî têkoşîna jinan..Bijî yekîtiya gelê Kurd.”

Show More
Back to top button