Şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê li Tirbespiyê hate bîranîn

Bi boneya bîranîna salvegera 38’emîn a rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê û gundewarên wê Civînek li hola Siyahî li dar xistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştra Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Medya Ahmed axivî, Medya di destpêka axaftina xwe da şehîdên berxwedana 14’Tîrmehê bi bîranîn û balkişand li ser berxwedan û Tekoşîna hevalên ku di Zîndana dane û wiha got: Di zîndanên tirkê de şêwazên dij mirovahî tên bi karanîn, bi her awayî  eşkence li ser girtiyan tên kirin. lê ruxmî ewqas eşkence biryara israrkirina di berxwedanê de ku di pêşengtiya Mezlûm Dogan ku bi gotina ‘berxwedan jiyan’ e  destpêkir, ev berxwedan heya roja me ya îro dewam dike.

Medya di dawiya axaftina xwe de wiha got: Dewleta Tirk şerê taybet bi awayekî lez dewam dike, pêwîste gelê me ji vê yekê hişyarbin û neyên xapandin ji ber dewleta tirk bi van kiryaran dixwaze gel ji tekoşîna wî dur bike û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi dest xistin tune bike. lê em soza heya dawiyê xwedî li van destkeftiyan derkevin didin.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Show More
Back to top button