‘Armanca AKP’ê Ji Binçavkirina Siyasetmedarên Kurd Binpêkirina vîna Gel e’

Dewleta Tirk 25`ê meha bûrî li Tirkiyê bi hinceta ku hin siyasetmedarên Kurd beşdarî xwepêşandanên 2014`an bûne, dest bi hemleya destgîrkirinê li dijî wan kir. Di encamê de 28 kesayetên Kurd girt.

Di vê derbarê de Rêveberiya Kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv hemleyên destgîrkirinê ji aliyê dewleta Tirk a li dijî siyasetmedar û parlameneterên Kurd şermezar kir û got: “Piştî 6 salan ji berxwedana Kobanê dewleta Tirk dest bi pêngava ‘hemleya Kobanê’ li dijî Siyasetmedar û Rewşembîrên kurd yên li Bakurê Kurdistanê kiriye, armanca dewleta Tirk ji vê binçavkirinê ku gelê kurd tesfiye bike. Tişta ku AKP’ ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibinket dixwaze li Bakurê Kurdistanê pêkbîne.”

Perwîn axeftina xwe wiha berdewam kir: “Di demeke ku dewleta Tirk di aloziyek mezin re derbas dibe, gelek pirsgirêkên navxweyî hene û gereke bi riya diyalogê rê li pêşiya demokratiyê were vekirin û bi taybet ji Siyasetmedaran re were vekirin lê berevajî vê jî em dibînin roj bi rojê Siyasetmedar, Rewşembîrên kurd tên binçavkirin.”

Perwîn Yûsif wiha dawî li gotinên xwe anî: Hikumeta AKP’ ê nikare pîvanên demokrasiyê li Bakurê Kurdistanê biparêze heta ku vê siyaseta tunekirinê, binçavkirinê û qirkirinê ku bê sûc û bi behaneyan li dijî van Siyasetmedarê kurd dide meşandin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button