2’emîn konfransa Kevana Zêrîn destpêkir

Di bin dirûşmeya “Bi çanda jina azad hûnera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin” Kevana Zêrîn konfrans xwe ya 2’emîn li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişoyê bi tevlîbûna 150 delegeyî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ku bi cilên xwe yê filiklorî tevlî bûn, li dar xist. Hola konfransê bi alavên filklorî û dîrokî, pankêrtên bi nivîsa “Ziman, rûmet û nasnama me ye”, “çand, runa jiyan û hebûna me ye” hate xemilandin.

Piştî deqeyik rêzgirtin, 5 jin ji bo dîwanê hatin hilbijartin, paşê  dayikên kevneşopiyê  ji aliyê Kevana Zêrîn hatin xelatkirin.

Paşê Rêveberiya Kevana Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûryayê bi xêr hatina hemû kesan kir û got: em vê konfransê di serî de li Rêber APO û hemû jinan pîroz dikim, konfransa duyemîn ku tê li dar xistin hedef û armanca me ji vê konfransê di Rojhilata navîn de mîna kevana zêrîn ku cihê mirovahî û şaristaniyê ku bi hemû pêkhatiyên xwe dewlemend, em li ser vî hîmî weke kevana zêrîn xwe mezin dikin. Li gorî pêvajoya ku em têde bi çanda netewa demokratîk bi xwişk û biratiya gelan ku em bikaribin yek çand avabikin.

Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Zelal Ceger konfrans pîroz kir û got: Em wek jin dema ku em rastiya xwe dinirxînin  em li dîroka ku nehatiye nivîsandin em lê meyze dikin, gelek erkên pîroz ku dikevin li ser milê me careke din tîne bîra me ku em li dîroka xwe ya bi sedên salan û rastiya xwe vegerin, dema ku em dibêjin çand helbet em li dayika xwedawend meyze dikin. Çanda jin a ku em îro di dirûşmeya wê konfransê li dar dixînin û dibêjin pêwîste em bi çanda jinê em carek din şoreşa xwe binivisin û dagirkeriyê tunebikin.

Paşê li ser navê Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen axivî û got: em konfransê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim, em wek jin bi fikir û felsefeya netewa demokratîk tekoşîna xwe bilind dikin da ku em bikaribin li hemberî hemû êrîşên ku li ser me û taybet li ser jin tên kirin bisekinin. Dewleta tirk hertim êrîşî çanda me dike û bi taybet êrîşên jinan dikin ji ber wê yekê  pêwîste em hemû xwe bi rêxistin bikin û li hmberî hemû kiryaran bisekinin.

Konfrans bi xwendina rapora du salan û nîqaşan dewam dike.

Show More
Back to top button