Çayê difroşe û neviyên xwe xwedî dike

MIHEMED EL-EHMED

GIRÊ SPÎ – Dayîka 80 salî ku kurekî xwe û 3 neviyên xwe winda kiriye, li hember zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide. Ew dixebite û neviyên xwe yên biçûk xwedî dike da ku destê xwe dirêjî tu kesî neke.GIRE SPI-ZAROKEN-DILE EL HUSEN (1)

Li Kampa Eyn Îsa ya herêma Firatê bi hezaran  malbatên koçber jiyan dikin. Di her çadirekê de, çîrokeke tijî êş û azar heye. Yek ji van çîrokan dayîka Dela El-Hisên a ji bajarê Reqayê ye.

Dela El-Hisên ketiye 80’ê saliya xwe, dayika 13 zarokan e (7 xort û 6 keç). Dayikê hemû keç û kurên xwe zewicandiye, kurekî wê jî windayî ye.

Kurê wê Şaiş tevî hevjîn û hersê 3 zarokên xwe li gel dayîka xwe jiyan dikirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kirin dayîkê kurê xwe û malbata wî winda kir.

Ev dayîk wiha wê rojê tîne bîra xwe “Kurê min Şaiş û malbata xwe, li gel min jiyan dikirin. Rojek ji rojan çû ser karê xwe yê li sûka pez. Şev bû û ew nehat, çend roj derbas bûn jî dîsa nehat û agahiyên wî qût bûn. Ez li girtîgehên çeteyan jî lê digeriyam, lê heta vê kêliyê jî nexuyaye.”

Di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de dayîkê tevî neviyan, xwe gîhandin herêmên bi ewle yên di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de. Piştre jî li kampa Eyn Îsayê bi cih bûn.GIRE SPI-ZAROKEN-DILE EL HUSEN (2)

Di riya koçkirinê de  mayîneke çeteyan bi wan de teqiya, di encamê de dayika Dela 3 neviyên xwe, Salih (33), Ebdulsetar (18) û Nasir (25) winda kir. Hersiyan jî di vê teqînê de jiyana xwe ji dest da.

Dema ku Reqa rizgar bû, pêla vegera welatiyan dest pê kir.  Wê demê kur û keçên wê yên li kampê bûn vegeriyan malên xwe.

Dayîkê wiha serpêhatiya xwe vedibêje “Xelk vegeriyan malên xwe, zarên min jî vegeriyan. Lê wan min  û her çar zarokên kurên min Şaiş ku temenên wan kêmî 12 saliyê ye tevî dayika wan, li vir hiştin.”

Dayîka 80 salî ji bo debara jiyana xwe û neviyên xwe bike, li nava kampê digere û çayê difroşe.

Tişta herî zehmet jî ew e ku wê carekê berê xwe da bajarê Reqayê da ku li mala xwe binêre û dît ku mala wê bi ser û bin wêran bûye. Piştî ku mala xwe bi vî rengî dît, xwest êdî jiyana xwe li kampê dewam bike.

Vê dayîkê ji rêxistinên alîkariyên mirovahî daxwaz kir ku li rewşa wê û ya bi hezaran koçberan binêrin û alîkariyan pêşkêşî wan bikin.

(bb/he)

ANHA

Show More
Back to top button