36 jinên ciwan tevlî YPJ`ê bûn
QAMIŞLO – Li Akademiya Şehîd Necbîr a herêma Cizîrê dewreya bi nave şehîd Arîn bi dawî bû.
Dewreya ku 45 rojan dewam kir, 36 jinên ciwan ên ji gelê Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê tevlî, bibûn. Di dewreya perwerdeyê de, wwaneyên leşkerî û birdozî hatin dayîn.
Merasîma bidawîbûna perwerdeyê bi amadebû fermandar û şervanên YPJ`ê hate lidarxistin.
Piştî torana leşkerî, ji fermandarên YPJ`ê Hêvîdar Qamişlo axivî û bidawbûna perwerdeyê li şervanên ku nû tevlî YPJ`ê bûne pîroz, kir.
Di dawiya merasîmê de, şervanan sond xwarin û tevlî nava YPJ`ê bûn.
(kc)
ANHA