Li Kobanê pêşengeha xwarinên gelerî

Bi boney 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê Kongreya Star, Hîlala Zêrîn û Aboriya jin ya Kantona Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengeha xwarinên gelerî vekirin.
Pêşengeh li qada şehîd Egîd bi tevlîbûneke girseyî ya gel hate lidarxistin. Di pêşengehê de 20 jinan cihê xwe girt û xwarinên xwe yên gelerî mîna Dolme, şorbe dan, şilik, Çikê nîsk, çikê hêkan, Qêmelix, kufte, Semsek û şêranî çêkirin. Cihê pêşengehê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên têkoşer, alên Kongreya Star û tiştên ku bi destan hatin çêkirin hatibû xemlandin.
Jin bi cil û bergên xwe yên filklorî tevlî pêşengehê bûn. Armanca vê çalakiyê ew e  çanda çêkirina xwarinên kevnar neyên jibîr kirin. Di heman demê de xwarina bi destê dayikan bi tame. Di pêşengehê de hemû jin kombûn û xwarinên ku çêkirine li beşdarvanan belav kirin.
Show More
Back to top button