Kongreya Star bi boneya 8’ê Adarê banga bilindkirina têkoşînê kir

Koordînasyona Kongreya Star tekezî li ser girîngiya avakirina civakeke biedalet û wekhev ku tê de mafên jinan werin parastin, kir. Daxuyanî wiha ye:

“Em weke Kongreya Star û bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” salvegera 64`an a Roja Jinan a Cîhanê wek roja destpêkirina xilasbûna ji êş, newekhevî û zilmê pîroz dikin.

Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin mîrateya têkoşînê. Em soza şopandina berxwedana bi ruhê Roza Luxembourg, Clara Zetkin, Sakîne, Zîlan, Arîn, Zehra, Hebûn, dayika Emîne, Hind û Seîda bêyî westandin, nû dikin. Em ê her kêliyeke jiyana xwe bikin berxwedana li dijî hemû cureyên tundî, newekhevî, dagirkerî û qirkirinê da ku em bi vê yekê bikarin azadî, wekhevî û demokrasiyê pêk bînin.

Berdêl û berxwedana ku jinên li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) pêk anî ku efsaneyên lehengiyê li hember hêzên dagirker di şexsê DAIŞ`ê de pêk anî û heta roja îro li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekine ku nûnertiya zîhniyeta desthilatdar dike ku armanca wê qirkirina jinan, şikandina îradeya wê, binpêkirina hemû hewldanên bidestxistina azadiyê ye. Zîhniyeta paşketî heta niha xwe li civakan pêçaye ku mêran di nava urf û adetan de xwe jê rizgar nekirine. Ji ber guhertina zihniyetê pêwîstiya wê bi berxwedan û têkoşînê di hemû aliyan de heye.

Em rojane bi hemû hêz, ked û hevgirtina xwe ji bo guhertina zîhniyeta desthilatdar a di civakên Rojhilata Navîn de, hewldana têkoşînê dikin. Em hewl didin civakeke ku azadiya jinan û mêran tê de hebe, ava bikin. Em hêza xwe ya têkoşînê ji berdêlên şehîdên ku ji bo azadiya jinan canê xwe feda kiriye û ji rêxistina me ya jinan ku bingeha sereke di sekna li hember çi xetereyê ku jin û îradeya wê dike hedef, digirin. Em erka xweparastin di aliyê fikr û laş de li dijî çi êriş û binpêkirin çi şerê taybet û çi şerê leşkerî be, pêk tînin.

Ji ber wê hemleya me ya bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, na ji komployê re, na ji tundiyê re” dê heta dawîlêhatina van diyardeyan, rizgarkirina xakên dagirkirî, vegera koçberan li warê wan û rizgarkirina jinên di girtîgehên faşîstan de ne, bidome.

Em bi vê boneyê hemû jinên berxwedêr, azadîxwaz û yên di zindanan de wekî Leyla Guven, Zeyneb Celaliyan û gelek jinên ku li ber xwe didin, silav dikin. Em banga bilindkirina têkoşînê û sekina li gel hev dikin da ku dengê jina azad bilid bibe û li hember hemû cûreyên zilm û faşîst bisekinin. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku destekdayîna rast dide jinê esas bigire û hewl bidin civakeke ku wekhevî û edalet tê de hebe û maf û rûmeta jinan tê de were parastin, ava bikin.”

Show More
Back to top button