70 sal bê navber destê wê nesekinîne

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO – Jina Suryan  a 80 salî Nadya Îbrahîm beriya 20 salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, ew bi keda destê xwe malbata xwe xwedî dike.70 sal bê navbera destê wê nesekinîne (3)

Piştî komkujiyên ku dewlet Tirk li herêmên Bakûrê Kurdistanê kirine, malbata Nadya jî wekî gelek malbatên din ên Suryan ji navçeya Midyatê ya girêdayî Mêrdînê ya Bakûrê Kurdistanê koçî Helebê bûye.

Piştî ku malbata wê koçberî Helebê dibe, Nadya li wir ji dayîk dibe. Di sala 1948’an de berê xwe didin bajarê Qamişlo.

Malbata Nadya 25 sal berê li bazara bajarê Qamişlo dikaneke firotina cilên ku bi destan têne çêkirin, vedike.

Nadya jî dema ku 10 salî bû li dayîka xwe dinêrî bê çawa van cilan bi destan çêdike û li ber destê dayîka xwe fêrî vê pîşeya hanê dibe.

Ew ji zarokatiya xwe ve fêr bûye bê çawa xanî, şal, fanel û goreyan çêbike û hetanî niha (Di 80 saliyê de) vî karî dike.70 sal bê navbera destê wê nesekinîne (4)

Nadya ku piraniya temenê xwe di vî karî de derbas kiriye, tenê wekî kar an jî pîşeyekê lê nanêre, lê belê mîna çandeke kevnar hildigre dest û jê hez dike.

Nadya dibêje ku ew tu carî dest ji vî karî bernade û wê hetanî dawiya temenê xwe jî dewam bike.

Nadya li ser mijarê koçberiya malbata xwe ji Bakûrê Kurdistanê û êşa ku malbata wê di riya koçberiyê de kişandiye jî wiha dibêje “Zilma dewleta Tirk a li ser gelê Suryan niha jî dewam dike. Êş û birînên ku deweta Tirk di me de çêkirine li vir di nava hemû pêkhateyan de tên pêjandin.

(he)

ANHA

70 sal bê navbera destê wê nesekinîne (5) 70 sal bê navbera destê wê nesekinîne (2)

Show More
Back to top button