Meclisa Jinan a Sûriyê 8`ê Adarê pîroz kir

Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya Meclisa Jinan wiha ye:

“Di cîhanê de mezintirîn şoreş bi serkêşiya jinan hatin lidarxistin. Nanê yekem, strana yekem û helbesta yekem ji aliyê jinan ve hatin afirandin. Yekemîn qanûnên exlaqî ji aliyê jinan ve hate danîn. Yekemîn xebatkarên ku derman, hejmar, amûr afirandin jin bûn û xwedawenda dayik bû ku berheman dide, xwedî dike û jiyanê dide.

Em wek Meclisa Jinan a Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Jin bi gavên bixwebawer bi pêş de diçin da ku tiştên şaş ku di nava salan de pê ve hatine girêdan, ji ser xwe bavêjin û qeydên ku li ser hatine ferzkirin, rakin. Ji mafên xwe bawer in. Bi hemû hêz û zanista xwe, bi hêvî û parastina mafê xwe bi pêş ve diçin.

Em wek jinên Sûriyê dê berxwedan û têkoşînê van destkeftiyan bidomînin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku yekitiya xwe ava bikin, li gorî berpirsyariya şoreşa ku jinan bi jiyana xwe temenê wê daye bin da ku gelek destkeftiyan bi dest bixin. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin, bi xebat û birêxistinbûnê bi pêş de bixin û divê em xwedî zanist û îrade bin da ku em armancên xwe pêk bînin.

Di vê roja pîroz de em hemû jinên ku ji bo rizgariya jinan ji zilmê canê feda kir, hemû jinên ku di girtîgehan de hatin îşkencekirin û canê xwe di oxira rêya azadî û serxwebûnê de feda kir, bi bîr tînin. Em vê rojê li jinên li her deverê pîroz dikin. Em hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin da ku civakê bi pêş ve bibin.”

Show More
Back to top button