Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buyera Efganistanê şermezar kir

Sê jinên xebatkar ên televîzyona xwecihî ya Efganistanê Enikas di 2’yê Adarê de li herêma Nangarhar dema ji kar ber bi malê xwe diçûn ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetîlkirin. Her wiha rojnamevanên ku hatine qetîlkirin temenê wan di navbera 18 û 20 salibû. Her wiha di vê buyerê de her du jinên cuda jî birîndar bûne. Girêdayî mijarê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nivîskî buyer şermezar kirin û bang kirin ku divê hêzên ku DAIŞ’ê xwedî dikin û dibin sedema qetîlkirina jinan, kiryar û sûcên di derheqê jinan de pêk tînin lêpirsîn vebe.
Daxuyanî wiha ye:
“Di rojên ku jin li her derê bi çalakî û xwepêşandanan  roja têkoşîna jinan pêşwazî dikin, li kêleka gelek buyerên di çarçoveya tundiya li dijî jinan ku têne kirin, buyera sê jinên xebatkarên televîzyona xwecihî ya Efganistanê Enikass jî ku li herêma Nangarhar dema ji kar ber bi malên xwe ve diçûn di êrîşeke DAIŞ’ê de hatine kuştin.  Li hemberî vê buyerê em weke rojnamevanên  bakur û rojhilatê Sûriyê (YRJ) ne razîbûnên xwe diyar dikin û van kiryarên hêzên tunderew şermezar dikin û dibêjin ku pêwiste hemû rojnamevan li hemberî vê buyerê bê deng nemînin.
Ev buyer careke din xeteriya DAIŞ’ê li hember jinan dide nîşan dan
Rojnamevan ku kesên di ragihandina rastiyan de berpirsyarin, erkên xwe pêktînin û ji bo ronî kirina mirovatiyê ked û xebateke bi nirx ya pîroz didine meşandin. Hedef girtina rojnamevanan rastiya hişmendiya tarî ya ku li dijî mafê azadiya çapemeniyê û eşkere kirina rastiyan dide nîşandan.  Ev buyer careke din xeteriya DAIŞ li ser cîhanê û bi taybet jî li hember jinan dide nîşandan.
Hêzên cuda destek didin DAIŞ’ê
Weke tê zanîn têkçûna DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi têkoşîn û berxwedaniya gelên herêmê pêkhat, lê hîn jî di herêma me de şaneyên veşartî hene û gelek operasyonên serkeftî jî pêkhatine û ev oparasyonana didomin. Pir eşkereye ku li du van şaneyan û li du berdewamiya xwe rêxistinkirina DAIŞ di cîhanê de hêzên ku destekê didin hene û li aliyeke din yên ku hewldidin rastiya heyî raxin ber çavan û bi erkên xwe yê exlaqî u rojnemevanî  tevdigerin jî hene. Di herêma me û kurdistanê de jî rojnamevanên ku  têkoşîna li hemberî DAIŞ kêlî bi kêlî şopandin û riya me ya rojnamegeriyê ronî kirine hene.
Dê YRJ’ê xebatê xwe bê dudilî bidomîn e 
Hinek rojnamevanên ku di pêvajoya şopandina têkoşîna li dijî DAIŞ bi destê DAIŞ şehîd bûne, weke Denîz Firat, Dilîşan Îbiş ku di oxira xebatên ragihandina azad de şehîd bûne, mîrasa têkoşîna rojnamegeriya li hemberî hişmendiyên tarî û paşvero yê weke DAIŞ ji me re hiştin û em li ser mîrasa wan vê buyera kuştina her sê jinên rojnameger careke din şermezar  dikin û bang dikin ku li dijî hêzên, ku DAIŞ xwedî dikin û dibe sedema qetilkirina jinan , kiryar û sûcên derheqê jinan de pêk tínin lêpirsîn vebe. Ji bo hişmendiya DAÎŞ ya dijî jinan li cîhan belav nebe, pêwîste ku aliyên elaqeder bi erkê xwe ve rabin û erkê me yê rojnamevaneye jî ku em li du dozên kuştina jinan û binpêkirina mafên  rojnamevanan de bin. Em ê jî weke YRJ di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe û xebatên xwe bê dudilî bidomînin.”
Show More
Back to top button