Dîroka 8’Adarê

Mijara bernameya me ya îro Rojbaş kurdistan bû Dîroka 8’Adarê û berxwedana jinan di dîrokê de.

Di dîrokê de, roja 8’Adarê 1857’an de li Emerîka li eyaleta New Yorkê nezîkê 40’hezar jin, ji  bo ku şertên xêbata wan baş bibe, dest bi giravê dikin û daxwaza jinên ku dest bi giravê dikin ku seatên wan ya kar bibe 8’seat û heqdestekî wekhev ji wan re were dayîn. Lê Piştî vê di encama giravê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 129 jin hatin şewitandin û jiyana xwe ji dast dan.

Piştî vê buyerê di sala 1910’an de li kopenhagê konferensa jinên sosyalîst a neteweyî ya duyemîn hate li darxistin. Di konfernsê de kilara zîtkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman pêşinyar kir û pêşinyarê wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin û yekem car roja cîhanî ya jinan di 19’Adara 1911’ an de li 5 welatan hate pîroz kirin.

Di 16 kanûna 1977’an Netewên yekbûyî 8’Adarê weke roja jinan ya cîhanî îlan kir ku were pîrozkirin. 8’Adarê heya roja me ya îro jî wek roja jinan ya cîhanî tê pejrandin û pîrozkirin.

Bernameya me bi bîranîna berxwedêrên jin yên ku di dîrokê de ji azadiya xwe têkoşiya ne û silavkirina berxwedêr Leyla Guven bi dawî bû.

8’Adarê roja jinên azad li hemû jinên cîhanê pîroz be.

 

Avaşîn HÊLÎN- Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button