Li Tirbespiyê semînera 8’Adarê

Bi bûneya rasthatina 8’Adarê Roja jinan a cîhanî de rêze çalekiyên Kongira Star didomin. Di vê çarçevê de Kongira Star a navçeya Tirbesipiyê îro semînerek li hola Roj a navçeyê, bi tevlîbûna bi Sedan jin û zilam ê saziyên sivîl semîner li dar xist.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin li ser canê cangoriyan dest pê kir û paşê sinvizîon hat temaşekirin.

Li ser navê Kongireya Star a kantona Qamişlo Cîhan Heleb û li ser navê Kongira Star a navçeya Tirbespiyê Asiya Cuma axifîn. Di axiftinan de Roja 8’Adarê li Rêber Apo, li berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê û li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin.

Semîner bi siloganên Jin jiyan azadî bi dawî bû.

Show More
Back to top button