Şervanên YPJ‘ê li nêzî Baxozê 8‘ê Adarê pîroz kirin

Şervanên YPJ‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de 8‘ê Adarê li eniyên berxwedanê  pîroz kirin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gundê Sûsê yê li beramberî gundê Baxozê ku niha şer lê rû dide, pîroz kirin.

Di şahiyê de ji fermandarên YPJ‘ê Arya Qamişlo axivî û wiha got: “Em îro Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin û di heman demê de ku şervanên me YPJ‘ê bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paqij dikin.”

Arya 8‘ê Adarê li şervanên YPJ û QSD‘ê pîroz kir û soza berxwedanê da.

Şervanan li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re xelekên govendê gerandin.

ANHA

Show More
Back to top button