Hîlala Zêrîn: Xwedîderketina li rêber Ocalan erka hemû azadîxwazan e

Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çand û Hunera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên mirovî, mafnas kir ku erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wekî Tevgera Hilala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi baldarî li rewşa rêber Abdullah Ocalan dinêrin.

Di serî de em bang li komeleyên mafên mirovan, hemû sazîyên mirovî, mafnas, akademisyan û hemû kes û aliyên ku ji bo aşitî û demokrasîyê dixebitin, ku erkên xwe yên mirovî li hemberî rewşa tenduristiya rêbertî de pêk bînin.

Ji ber ku Rêber Apo nûnertîya xeta demokrasî û wekhevîyê ya hemû gelan dike û xwedîderketina lê erka hemû aştîxwazan e.

Em wek Tevgera Hilala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe xwedîderketina xwe ya ji Rêber APO re eşkere dikin. Soza xwe nû dikin ku emê heta dawiyê li pey xeta rêbertî bin. Heta ku agahî ji Rêber APO neyê girtin emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Show More
Back to top button