Ciwanên şoreşger: Rêber Apo ji bo me xeta sor e

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê got, agahiyêên ku derheqê rêberê gelan de digirin çavkaniya xwe tecrîda girankirî ye, her wiha banga rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêbertî kir.

Daxuyanî wiha ye:”

“Em ji bo agahiyên ku derheqê jiyana rêber Apo de li ser nûçeyan de belav bûne kom bûn.

Divê bê zanîn ku serok Apo xeta sor a gelê Kurd e. Taybet wek ciwan em diyar dikin ku agahiyên ku li ser çapemeniya dewleta Tirk a faşîst belav bûne, divê demildest bê zelalkirin. Agahiyên ku derheqê rêberê gelan de digerin çavkaniyên xwe tecrîda girankirî ye. Em hebûna xwe di hebûna rêber Apo de dibînin. Ji ber ku vê jî ji niha zûtir gerek ev tecrîd were şikanndin û azadiya rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe.

Ji bilî vê her qad wê bibe qada çalakî û serhildanan û di her rewşeke cuda de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê berpirsyar be. Dema mijar rêber Apo be, hebûna me mijara gotinê ye û ji ber vê jî her cure helwest rewa ye! Weke ciwanên rêber Apo derveyî rêber Apo tu kes nikare me bide sekinandin.

Hetanî azadiya fîzîkî ya Rêber APO neyê misogerkirin, jiyan ji me re û ji her kesê re jî herm e!

Ji ber vê divê demildest malbat û parêzerên rêber Apo biçin îmraliyê û şert û mercên hevdîtinê bên avakirin.

Banga me li tevahî ciwanan e her qadê bikin qadê serhildanê û têkoşîna destxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo.

Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye

Bê seroka jiyan nabe!

Bijî rêberê gelan rêber Apo.”

Show More
Back to top button