Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: 53 çete hatine girtin, operasyona bêyî astengî bi rêve diçe

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî encamên du rojên operasyonê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen dauxyanî xwend. Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

El-Hesen destnîşan kir ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin.

Dauxyanî wiha ye:

“Li ser esasê erka me ya mirovî, qanûnî û exlaqî, hêzên me di 28`ê Adarê de bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê li Kampa Holê Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” da destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAIŞ`ê yên li kampê veşartî ve rastî kuştin û tundiyê hatin, her wiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikrê terorîst û tundraw di nava zoarkên biçûk de, hat destpêkirin.

Piştî du rojan ji destpêkirina operasyonê em teqez dikin ku em pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin. Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên borî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞ`ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.

Niha, em ji we re teqez dikin ku zêdetirî 5 hezar endamên me yên beşdarî operasyonê bûne, bi ruhekî berpirsiyar kar bikin da ku aramî û ewlehiyê ji şêniyên kampê û bi taybetî ji zarokan re vegerînin û wan ji xeteriya fikrên terorîst rizgar bikin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em teqez dikin ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyona me dewam bike. Em destnîşan dikin ku Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêk ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe.”

Show More
Back to top button