Pêşengeha wêneyan û karê destan hat pêşandan

 Pêşengeha wêne û karên destan ya bi navê “Adarê” li fakûlteya Zanist û Perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Ji ber ku Meha Adarê gelek  bûyerên xweş û bi êş jî di nava xwe de digre, şêwekarên herêma Cizîrê xwestin ku bi riya wêne û karê destan rengê meha Adarê bidin diyarkirin û bi teybet rengê jinê di 8’ê Adarê de. Loma jî Fakûlteya Zanist û Perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava ya Kantona Qamişloyê Pêşengeha wêne û karê destan ya bi navê “Adarê” da destpêkirin.
Bi dehan mamoste, xwendekar, saziyên Rêveberiya Xweser û şêwekar beşdarî pêşengehê bûn.
Pêhtirî 70 tabloyî  ji aliyê 15 şêwekarên jin û mêran ve hatiye xêzkirin. Her wiha 50 berhemên din ên karê destan  ji aliyê şêwekar û xwendekarên Fakûlteya Zanist û Perwerdeyê ve hatiye çêkirin.
Pêşqangeha ku hat vekirin wê 4 rojan berdewam bike.
JINNEWS
Show More
Back to top button