‘Leyla Guven vîn û hêza jinên azad îsbat kir’

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan dest bi çalekiya grava birçîbûnê kiribû û di roja xwe ya 125`an de dewam dike. Bi heman armancê û ji bo piştgiriya çalekiya Leyla Guven bi sedan çalakger li Kurdistan û Ewropayê di greva birçîbûnê de ne.

Girêdayî mijarê jinên navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radiyo ye me re parve kirin û gotin ku em hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin.

Jina bi navê Xaliya Ehmed wiha nêrînên xwe ji me ra anî ziman: Leyla Guven bi vîneke xurt çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Xaliya diyar kir ku ew hêza xwe ji berxwedana têkoşer Leyla Guven digirin û got ku berxwedana wê ji tevahiya komployên li dijî Rêber Ocalan û gelên herêmê mezintir e.

Xaliya diyar kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe vîn û hêza jinên azad îsbat dike û di dawiyê de wiha got: “Leyla li hemberî birçîbûn li ber xwe dide, ji ber ku ew tê gihîştiye ku azadiya Rêber Ocalan azadiya jinan e”.

Her wiha jina bi navê Buheyra Ibrahîm jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got: em weke jin  piştevaniya berxwedana Leyla Guven dikin. Ev berxwedanî ji bo gelê Kurd ne nû ye, ji beriya 40 salan ve gelê Kurd têkoşîna azadiyê dimeşîn e. ‘Leyla Guven berxwedana xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn dinivîsîn e’.

Buheyra di dawiya gotinên xwe de wiha got: Em ê bi îradeya jinên berxwedêr bi serbikevin û bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku bi lez mudaxele bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

 

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button