Şêniyên navçeye Tirbesipiyê şehîdên 12’Adarê bi bîranîn

Kongira Star a navçeye Tirbesipiyê bi meşekê serhildana Qamişlo bi bîr anîn, bi sedan şêniyên navçeyê û gundewarên wê tevî meşê bûn. Meş ji pêşiya Navenda Kongira Star a navçeyê dest pêkir û heya Akademiya Şehîd Yekita Herekol dewam kir, meşvanan pankartên bi nivîsên “Serî hildin”, wêneyên Rêber Abdullah Ocelan û alên Kongira Star hildan.

Meş li pêşiya Akademiya Yekita Herekol veguherî mîtîng. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin li ser canê cangoriyan dest pê kir û paşê daxuyanî ji aliyê Endama Kongira Star Leyla İskan ve hat xwendin û li ser navê Hevserokê navçeye Tirbesipiyê Ebd Al-Kerîm Hiso axivî.

Meş bi siloganan bi dawî bû.

Show More
Back to top button