‘Leyla Guven deng û hêza jina azad e’

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 126’an de berdewam dike, girêdayî mijarê jina bi navê Şêrîn Ismail nerîna xwe ji me re parvekir û wiha got: berxwedana Leyla Guven morala me bilind kir, em ê wek jin çalakiyên xwe dewam bikin da ku asta têkoşînê bilindtir bibe û tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocelan bi dawî bibe.

Şêrînê wiha dewam kir: Daxwazên Leyla, daxwazên hemû gelên azadî xwazin û em ji daxwazên xwe venagerin heta ku tecrîd ji ser Rêber Apo rabe.

Şêrînê di dawiyê de, di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên di girava birçîbûnê de silav kir û got: berxwedêr Leyla Guven deng û hêza jina azad e û bi rêya berxwedana Leyla Guven em ê Rêberê xwe azad bikin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button