“Efrîn ne ya dagirkeran e Efrîn ya Kurda ye”

Dewleta Tirk bi alîkariya komên girêdayî wê êrîşî Kantona Efrînê kir û niha jî dîwarên paçekirina Efrînê ya ji xaka Sûriyeyê ya nêzî 70 kîlo metreyî ava dike.

Rêveberiya Kongra Star ya navçeya Tirbespiye Xalya Ehmed girêdayî vê mijarê nêrînên xwe ji Radyoya me parve kir.

Xalya di destpêka axavtina xwe de lêkirina dîware parçekirinê şermezar kir û got: em parçekirina axa Sûriyeyê qebûl nakin, Efrîn jî parçeyek ji xaka Sûriyê ye, armanca dewleta Tirk Efrînê ji Sûriyê parçe bike, lê em vê parçekirinê şermezar dikin.

Xalya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Efrîn ne ya dagirkeran e Efrîn ya Kurda ye, em ê bi îradeya xwe dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgarbikin.

Xaliya di dawiya axavtina xwe de bêdengiya dewletan li hember dagirkeriyê şermezar kir û got: em bang li rûsiya û dewleta suriyê dikin ku li hember avakirina diwarê parçekirinê li Efrînê bê deng nemînin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button