Kongreya Star: Bê azadiya Rêber Apo em ne azad in

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Bêyî azadiya Rêber Apo em ne azad in.”

Daxuyanî wiha ye:

“Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku  bi derketina Rêber Apo ji Sûriyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û bi dîlgirtina wî di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê Îstiqbatara tirkî û alîkariya Rêxistina Giladyo li Kenya hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Derketina Rêber Ocalan ji Sûriyê ji ber gefên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê hebû, lewma Rêbertî ev yek hilbijart da ku rê li ber rijandina xwînê bigre.

‘Rêber Apo îradeya bi milyonan mirovan e’

Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo hate pêkanîn xelekek ji zîncirên komployên ku li ser gelê herêmê bi giştî û bi taybet Gelê Kurd hate çêkirin wekî hevpeymana Saykes Pîcot û gelek hevpeymanên dîtir e. Dîlgirtina Rêber Ocalan li dijî qanûnên mafên mirovan e. Rêber Apo îradeya bi milyonan Gelê Kurd û gelên aşiqê azadî, hevjiyana azad û Aştiyê ye.

‘Bê azadiya Rêber Apo azadiya me tune ye’

Bi teqez me berê ragihandibû û em radigihînin ku em ê xebatên xwe bi kaniya fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin û em zelal dikin ku bê azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn tuneye . Ji ber vê yekê banga me ji tevahî saziyên dadwerî, kesayetên ku bendewarên aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê ne ji bo azadiya Rêber Apo xebatê bikin û ji bo Rêber Apo her tiştê ku pêwîste bê kirin bikin. Ji ber ku wicdanê mirovahiyê êdî nema qebûl dike ku Rêber Apo di zindanê de bimîne. Pêwiste nêzî gelê xwe be da ku jiyanek azad li Rojhilata Navîn were jiyîn û qeyrana heyî were çareserkirin, ji ber Rêber Apo kilîta çareseriya qeyranê ye.

‘Kongreya Star berhema Rêber Apo ye’

Em wek Rêxistina Kongreya Star a ku yek ji berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo ye, baş dizanin ku komplo tenê kesayeta Rêbertî hedef nagre, ew îradeya Gelê Kurd , tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet îradeya jin hedef dike. Rêber Apo hêz tenê neda jina Kurd lê hêzek mezin di dilê her jinekê de çi kurd, ereb , sûriyan û hwd.. da avakirin û geşkirin. Bêguman ev hêz ji xwendina pirtûkên Rêber Apo û guhdarkirina perspektîvên wî, di vê riyê de jin di roja îro de ji bo bidestxistina mafê xwe di nava têkoşînek mezin de ye ku xwe û civaka xwe ji zihniyeta bavksalarî rizgar bike.

Em bang ji Konseya Mafên Mirovan a Yekitiya Ewropa û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin ku  dewleta Tirk neçar bikin ku vê tecrîdê bi dawî bike azadiya Rêber Apo ya fîzîkî çêbibe.”

 

Show More
Back to top button