‘Kompilo têk çûye’

Dewleta Tirk ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin. Armanca sereke ya vê tecrîdê ew e ku rê li ber perspektîfên Birêz Ocalan yên ji bo gelê blindest, bigire.

Di derbarê mijarê de Endama Kompratîfe Jin Minîfa Cume ji Radyoya me re axivî û got: jin bi fikir û felsefeya Rêber APO gihiştiye vê astê.

Minîfe wiha dest bi gotinên xwe kir: Rêber APO ji destpêka têkoşîna xwe heya niha ji bo azadî, demokrasî û rizgarkirina gelên bindest têdikoş e.
Minîfe di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku jin li Rojava yê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan dimeşin. Şoreşa ku jin pê rabûye, li hember dijminekî wesa ku ji hemû Cîhanê re metirsî dabû avakirin, têk bir û ew xof û tarêtî rakir, her wiha bi felsefeya Rêber APO jin rola xwe di warê avakirina civakekî demokratîke de dilîzin.

Minîfe axaftina xwe wiha bi dawî kir: komploya ku fikir û felsefeya Birêz Ocalan kir hedef, têk çû ye û emê li ser fikirê Rêber APO bimeşin heye dilopa xwîna xwe ye dawî.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button