“Em ê bi vîn û israra xwe dîwararn parçe bikin”

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriya yê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwarê li derdora Efrîn dan û bang li civaka navdewletî û rêjîma Sûriyê kirin ku li hemberî hewildanên Tirkiyê yên parçekirina Efirîn ji xaka Sûriyayê bigirin.

Jina bi navê Serhildan Mihemed a ji Efrînê û niha li navçeya Tirbesipiyê dimîne wiha axivî: Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, gelê wê yên resen koçberkir û kesên ji derve lê bi cih kirin, niha jî dîwarê parçekirinê li derdora Efrîn lê dike. Efrîn parçek ji xaka Sûriyê ye, çima rêjîma Sûriya dengê xwe nake? çima çavên xwe ji dagirkirina Efrîn re girtiye?.

Serhildanê wiha domand: wek şêniyên Efrîn emê her tim li hemerî Erdoxan û hevalbendê wî biseknin. Efrîn ya gelê Efrînê ye, Em ê bi vîn û israra xwe dîwaran parçe bikin. Heya xwîn di canê mede dimeşê em ê li berxwe bidin û emê dagirkeran ji Efrîna xwe derxin.

Serhildan Mihemed di dawiya axeftina xwe de bang li dewletê navdewletî, hikûmete Rûsyayê û rêjîma Sûriyê kir ku li hember zêdegaviyên Tirkiyê helwestekê nîşan bidin.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button