Peyama Ocalan a ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina xwe ya bi muwekîlê xwe re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Ocalan peyamek ji çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re şandiye.

PEYAMA OCALAN A JI BO BERXWEDÊRÊN ROJIYA MIRINÊ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Hevrêyên hêja;

Helwesteke watedar û dîrokî dibînim ku we bi pêşniyara min dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Vê yekê gelekî hêja dibînim û spas dikim.

Hêvî dikim ku bi taybetî hevrêyên ji kûrahiyê ve pêvajoyê dijîn, ji aliyê beden, mejî û ruhî ve li xwe miqate bin. Di çarçoveya dersên ku ji pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê hatine derxistin de serketinê dixwazim.

Bi taybetî dixwazim diyar bikim, ev helwesta ku bi însiyatîfa şexsî hatiye nîşandan, divê weke helwesteke dewletê ya jî tawîzekê neyê dîtin. Lê belê bi hêvî û hîsên xwe bawer im ku wê encameke pozîtîf bi xwe re bîne. Hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve ji aliyê beden, ruhî û zîhnî ve li ser bingeha felsefeya bûneweriyê bi pêş ve biçin, silav û hezkirinên xwe yên domdar ji we re dişînim.

Abdullah Ocalan

12’ê Hezîrana 2019’an

Girtîgeha Îmraliyê / Bûrsa”

Show More
Back to top button