Di komxebatê de doza azadkirina jinan hate nîqaşkirin

Bi sponseriya Meclisa Jinên Sûriyê îro li navçeya Eyn Îsayê komxebatek bi dirûşmeya `Jin û ol, diyalektîka di navbera zordarî û rizgariyê de` bi tevlibûna zêdetirî 150 kesayetên jin ji meclis, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di komxebatê de du beşên sereke hatin nîqaşkirin; Rewşa jinê li gel tundrewiya olî û encamên wê û ya din ji kokê ve nûkirina xwendina nivîsa olî û asyonê çareseriyê. Di her sê rûniştinan de semîner hatin dayîn.

Di beşa sêyemîn de endama Meclisa Jinan a Sûriyê ya Reqayê Sûad El-Kirdî semînera ku hevserokê Meclisa Sûriyê ya Demokratîk (MSD)  Riyad Derar amade kiribû da. Derar ji ber sedemên tenduristî nikarî tev li komxebatê bibe.

Semînera ku Sûad daye, behsa hin têgehên olî û şîrovekirina şaş jê re û bal kişand ku azadiya jinê destpêka çareseriya bingehîn a pirsgirêkên xwe û bi destxistina mafên xwe kir.

Di semînerê gelek pêşniyar girêdayî çareserkirina doza azadiya jinan derketin pêş, yên herî girîng:

-Divê azadiya jin di destûrê de were bicihkirin.

-Jin di destûrê de kesayeteke qanûnî, exlaqî ye û di girtina biryarên xwe de serbixwe ye. Jin xwedî îradeyeke azade divê mafê wê di her cihê de were misogerkirin.

-Jinûvebelavkirina zemînên desthilatdariyê bi şêwazekê ku tevahiya teşeyên navendîbûnê di destûr û qanûnê de tune bike.

-Di têkiliyên civakî û mirovî de divê parastina qanûnî û exlaqî ji herdu zayendan were peyda kirin. Zewana medenî bingeha avakirina hevjiyana azad e.

-Qedexekirina tevahiya cureyên nijadperestî, olperestî û zayendperestî û tevahiya cureyên tundiya malbatî û tundiya siyasî.

Jinên beşdar mijara semînerê nîqaş kirin û girîngiya van bendana di pêkanîna azadiya jinê û bi destxistina mafên xwe de destnîşan kirin.

Di dawiya komxebatê de jinên beşdar pêwîstiya li darxistina mîna vê komxebatê teqez kirin.

ANHA

Show More
Back to top button