Komkujiya Kobanê wê tu car neyê jibîr kirin

Sibeha roja 25`ê Hezîrana 2015`an kolanên bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê bibûn gola xwînê. Li tevahiya kolanan cenaze hebûn. Kolan bibûn şahidê bûyerek xemgîn û şûnek sîl nabe di bîra her kesî de hişt.

Dengê guleyan û qêrînan ji her derê dihat. Dijwariya dîmenên ku tenê mirov bîne bîra xwe dil disojin. Bi dehan terorîstên DAIŞ`ê derbasî gundê Berx Betanê û bajarê Kobanê bûbûn û gule li her kesekî ku rastî wan dihat barandin. Çi zarok an jî temenmezin ji wan re ferq nedikir!

Herêm nû ji şer xilas bûbû. Şêniyan texmîn dikir ku dê êdî aştî were. Şênî şok bibûn. Lê DAIŞ ne dûr bû.
Şênî di xew de bûn, nû siûra xwe xilas kiribûn da ku di roja dawîn a meha Remezanê de rojî bigirin. Wê demê dengê guleyan hat bihîstin.

Tirs kete dilê hemûyan û nîşaneyên matmayînê li ser rûyê hemûyan xûya dikir. Gelo çima gule têne berdan? Lê hemûyan gotin ku YPG ji ber rizgarkirina bajarokê Sirînê ku dikeve başûrê Kobanê guleyên serkeftinê davêje.
Lê di rastiyê de DAIŞ`ê carek din ji wê bajarokê êrîşî şêniyên Kobanê yên ku di xew de bûn, kirin.

Piştî ku DAIŞ’ê eniyên pêşîn derbas kiribûn, bi dizîka û bi awayekî veşartî derbasî bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê bûbûn. Çeteyên DAIŞ`ê bi cilên YPG û tugayên Artêşa Azad ên ku li rex YPG`ê şerê DAIŞ`ê dikirin li xwe kiribûn. Bi vê fêlbaziyê benda kontrolê derbas kirin. 80 çeteyên DAIŞ`ê ku di destê wan de çek û bombeyên destan hebûn di nav kolanên bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê de digeriyan.

Dengê guleyan êdî zêde bûn û li gel wê dengê qêrînan. Terorîstên DAIŞ`ê yên ku di nav kolanên bajêr de belav bûbûn, gule li her mirovakî sax barandin.

Wê roja tarî, zarok li pêşberî çavên dayîk û bavên xwe, dêûbav li pêşberî çavên zarokên xwe hatin kuştin. Li ber derî û di hundirê her malekê de ji yên ku çete derbasî bibûn, cenazeyên qurbaniyan hebûn.
Kesên birîndar jî ji ber sekvanên çeteyan kesek nikarî alîkariya wan bikirina û li pêşiya çavên hemûyan can didan heya ku jiyana xwe ji dest didan.

Kesek nizanî bi ku ve biçe yan jî xwe li ku derê xwe veşêre. Çete di nav bajêr de belav bibûn. Dengê teqînên mezin dihatin û doxan bilind dibû. Yek ji wan teqînan di deriyê sînor ê bi Tirkiyê re bû.

Xuya bû ku DAIŞ`ê planek ji bo kontrolkirina Kobanê û qirkirina şêniyên wê danîbû. Çeteyên DAIŞ`ê xwe li tevahiya cihên bilind bi cih kiribûn. Deriyên têketin û derketina bajêr ji bilî aliyê rojava ve hemû kontrol kiribûn û sekvanên xwe bi cih kiribûn.

Mirin û qêrîn li her derê bû. Ew dîmen hîna heya roja me ya îro di bîrên hemû kesên ku wê bûyera xemgîn jiyaye de ye. Xuyaye ku ew birîn di bîra şêniyên bajarê ku berdêlek ji hecma xwe ya biçûk mezintir daye de zindî bimîne.
Wê rojê 242 sivîl li bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê hatin qetilkirin. Tenê di Berx Betanê de 25 sivîl ji hêla çeteyan ve hatin qetilkirin tevî hejmarek ciwanên gund ên ku li Kobanê şehîd bûne.

Her wiha 30 şervanên YPG, YPJ û endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) di şerê li dijî DAIŞ`ê de û di komkujiya bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê de şehîd bûne.

Ew êş û dîmenên ku hatine dîtine her sal bi serdana gorên şehîdên 25`ê Hezîranê nû dibin û tên bibîranîn.
4 sal li ser bûyerê derbas bû, lê dîsa jî ew dîmen hîna di hişê hemûyan de zindî ye mîna ku duh rû daye.

 

Rojnameya Ronahi

Show More
Back to top button