‘Divê çete li herêmên me bêne darzandin’

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 23`adarê daxuyaniya têk birina DAIŞ’ê dan. Di pêngavên QSD‘ê yên rizgarkirinê de gelek çete û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kirin û gelek hatin girtin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darzandina van çeteyan, banga avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê dikin.

Derbarê mijarê de, Rêveberiya Kongra Star Xaliya Ahmed ji Radyoya me re axivî û got: Piştî têkbirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de, hêzên QSD’ê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê girtin. Ew çete divê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darzandin. Ji ber em wek pêkhateyên ku li vir dijîn, me şahêdiya binpêkirin û komkujiyên wan çeteyan kir.

Xaliya wiha berdewam kir:”Em daxwaza avakirina dadgeheke navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Divê hemû cîhan ji bo avakirina dadgehê bibe alîkar û divê çete li herêmên me bêne darzandin.”

Xaliya wiha gotinên bi dawî kir: Yê ku herî zêde heq dike DAIŞ’ê darizîne em in. Zarokên me DAIŞ têk birin û ji bo serkeftinê şahîd ketin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button