‘Guftigoyên jinan li ser pirsgirêkên Olî’

Di 20‘ê Hezîranê de li navçeya Eyn Îsayê, Meclisa Jinan a Sûriyê komxebata diyalogê bi diruşma ‘Jin û ol….diyalektîka desthilatî û azadbûnê ye’ lidarxistin. Zêdetirî 150 kesayetên jin ji meclis, rêxistinên jinan, partî û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî komxebatê bûn.

Derbarê mijarê de Cîgera kordînesyona Meclisa Jinên Suriyê Heyîfa Mehmûd ku tevlî bernameya Rojeva jin ya Radyoya me bû, armanc û giringiya komxebatê nirxand.

Heyfa wiha dest bi nirxandnên xwe kir û got: pêwîstî hebû ku komxebatekî bi vî rengî di demeke wiha de û bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê, were li darxistin. Ev komxebata yekemîn bû û wê nebe ya dawî. Ji buyî naskirina ol, ji buyî tunekirina zîhniyeta DAIŞ’ê ku li ser şêneyan hatibû ferzkirin nîqaşên gelek berfeh di vê komxbatê de hatin kirin.

Heyfayê destnîşan kir ku di komxebatê de derî li pêş jinên hemû herêman hat vekirin, nêrîn û pêşniyarên xwe bi rengekî azad bînin ziman, Di komxebatê de du beşên sereke hatin nîqaşkirin; Rewşa jinê li gel tundrewiya olî û encamên wê û ya din ji kokê ve nûkirina xwendina nivîsa olî û asoyên çareseriyê.

Heyfa Mehmûd di dawiyê de bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê kir ku ji buyî tunekirina zîhniyeta DAIŞ’ê xwe bi rêxistin bikin û ola îslamê rast nas bikin.

Medya SİLÊMAN

Show More
Back to top button