Kongreya Star li Kantona Hesekê daxuyanî da

Îro Kongreya Star a Kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan, daxuyaniyek da.
Divê dema dawî de 2 jinên din li bajarê Hesekê hatin qetilkirin, bi armanca şermezarkirina vê bûyerê Kongreya Star a Kantona Hesekê li ber Çarxereya Agirkujê bi tevlîbûna dehan jin û endamên saziyan, daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Jin roleke girîng di jiyanê de dilîze. Di qada civakî, leşkerî û siyasî her wiha di avakirina welatekî azad de  jî jinan her rola xwe ya girîng lîstine. Ji dîrokê ve heya roja me ya îro jin her rastî qetilkirin û çewisandinê tê, her wiha gelek cûreyên şîdetê  yên fîzîkî, derûnî, zayendî û destdirêjiyê li jinê tê kirin. Di heman demê de rastî şîdeta siyasî û civakî tê. Di bin siya ol û adetên civakê de jin rastî şîdetê tê. Di vê dema dawî de bûyerên qetilkirina jinan bi rengekî hovane derketiye pêş, em jî wekî rêxistina jinê hemû cureyên şîdetê şermezar dikin û li hember van bûyeran em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Em bang li civaka xwe dikin ku asta zanebûna xwe berfireh bikin û nirxê jinê biçûk nebînin û rê li ber qetilkirina wan bigi
rin. Bi qetilkirina jinan re dixwazin şoreşa jinê a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gihaştiye radeyeke pir mezin têk bibin. Em ê li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”
Daxuyanî bi diruşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Show More
Back to top button