Kongreya Star: Em ê her şopdarê têkoşerên azadiyê bin

Kongreya Star a Rojava bi daxuyeniyekê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî û diyar kir ku ew ê li hember êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Diyar Xerîb (Helmet) bû lêgerîn û îdola însanê kamil, wî xwe dikire deng û rengê şopdarê rêya heqîqetê. Ev germahiya heqîqetê, hebûna germahiya dilê lêgerînvanên azadiyê û pir bê wext jiyana xwe ji dest da.

Em wek Kongreya Star li hemberî êrîşên hovane û bê pîvan ên bi vî rengî em ê her tim ji bo têkoşîna azadiyê bixebitin û li hemberî bê exlaqiya şer bisekinin, tola dilên azadixwazên şopdarê heqîqetê em bi hunandina felsefeya azad ve hilgirin û bibin hevalên soza wan.

Hevalê Diyar Xerîb ji bo me bû dîrokek û îdolek di nava şoreşa azadiyê de. Tu caran ji bîr nabe. Wê bi hezaran Diyar Xerîb bên avakirin bi rêxistinkirina jinên azad û şoreşê. Em Mam Zekî û Diyar Xelîl bi bîr tînin û em dibêjin em ê her şopdarê rêya wan bin. Em ê her şopdarê têkoşerên azadiyê bin.”

Show More
Back to top button