Foza Yûsif: Jin wê rolekî sereke di darizandina DAIŞ’ê de bilîze

Komcivîna navnetewî ya têkildarî DAIŞ’ê ya bi navê “Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê” ku li salona Beylesan a navçeya Amûdê hatibû li dar xistin, sê rojan dewam kir û bi biryarên girîng dawî bû.

Derbarê komcivînê de Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Endama Koordînasyona Kongreya Star, Foza Yûsif ku beşdarî komcivînê bû nêrîna xwe ji radyoya me re anî ziman.

Foza Yûsif di destpêkê de anî ziman ku li darxistina vê komcivînê di demeke wiha hesas de xaleke girînge ji ber ketina qonaxek nû li hember DAIŞ’ê û got: raste DAIŞ’ ji aliyê fîzîkî hat têk birin, lê em nikarin bêjin ku DAIŞ’ ji aliyê fikirî ve hatiye têk birin ji ber fikirê wê hîna bi dawî ne bûye û bi riya hevjîn û zarokên DAIŞ’ û şaneyên razayî ev rêxistina terorist careke din dê xwe bide avakirin.

Her wiha Fozayê anî ziman ku di komcivînê bal hat kişandin li ser ku her çiqas têkoşînek eskerî hatibe meşandin û encamên wê serkeftî bin lê dîsa jî di qada navnetewî de tu îstratîjiyeke hevbeş tune ye û ev valatiyekê bi xwe re der dixe hole, ji ber pirsgirêka DAIŞ’ê ne tenê pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ev pirsgirêkek navnetewî ye pêwîste hemû cîhan li vê pirsgirêkê xwedî derbikeve û ji bo çareserkirina wê bikevin nava hewildanan.

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser rola jinê di têk birina DAIŞ’ê de û got: çawa jinê rola sereke di têkbirina DAIŞ’ê de lîst, jin wê rola xwe ya sereke di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de bilîzin.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button