Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li ser Êzidîyan şermezar kir

Koordinasyona Kongreya Star bi daxuyeniyek nivîskî êrîşa ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Kurdên Êzidî pêk hat şermezar kir.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kurdên Êzîdî yên li Şengalê kirin. Koordinasyona Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya ku li Şengalê pêk hat şermezar kir û da zanîn ku Ferman û komkujiya li ser civaka Êzidiyên Şengalê û bi taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî ew şermezar dikin.
Gelê kurd her dem li dijî qirkirinê li berxwe daye
Daxuyanî wiha ye: “Weke ku tê zanîn di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser kurdên Êzidiyên Şengalê  çeteyên DAIŞ’ê  fermana qirkirinê pêk anî. Ji ber ku ev fikir û felsefeya Êzidiyan bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî DAÎŞ û alîgirên wê dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê vê hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewamkirin. Gelê kurd her dem li dijî qirkirinê li berxwe daye.
Li hemberî rastî û hêza jinan tirs û xofek pir mezin heye. 
Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû cîhan û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Di encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran mirovên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina  jinan civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin. Li hemberî rastî û hêza jinan tirs û xofek pir mezin heye.
Desthilatdaran xwestin bi destên DAIŞ’ê  demografiya heremê biguherînin
Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPJ/YPG’ê bi hewariya Êzîdiyan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê dan avakirin û gelek Êzidîyên ku li Şengalê dijîn hatin xilaskirin û wan gihandin mekan û jiyana bi ewle. Di encamê de Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û wekheviya gelên xwedî çand û baweriyên cuda,  li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê zindî û rêxistin kir. Desthilatdaran xwestin bi destên DAIŞ’ê  demografiya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya  Êzîdiyên qedîm pêk bînin. Lê belê, taybet jî ji aliyê  hêzên azad ên YPJ’ê  ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst,  berxwedan û têkoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Li hemberî vê komkujiyê bersiveke pir mezin û pîroz dane dijminê çeteyên hov. Bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirin û ji bo Kurdên Êzidî careke din vegerin ser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPJ/YPG’ê jin û zarokên civaka Êzidiyan ji destê DAIŞ’ê  xilas kirin û hiştin ku jin û zarokên Êzîdî bigihêjin malbatên xwe û vegerin ser axa xwe.
Divê her mirova li cihê demokrat cihê xwe bigire
Di roja me ya îro de Êzîdî dixwazin tevî rêxistinkirina xwe ya pêş xistine  statûyek ji wan re bê naskirin. Di tevahiya Iraqê de û ji bo jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê  daxwaza statuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza Êzîdiyên Şengalê. Di roja me ya îro de  Hêzên YPG-YPJ’ê ên ku civak û herem, ji zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê  rizgar kirine û li ser navê insanetiyê li hemberî DAIŞ’ê şer dane meşandin û Êzidî rizgar kirine  niha jî  ji aliyê dewleta Tirk ve li ser hêzên heremê  êrîş û dagirkerî pêktê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPJ/YPG’ê tê hedef tê girtin. Şûna ku aliyê hêzên YPJ/YPG’Ê yên xilasker de cihê xwe bigrin, berevajî vê yekê  piştgiriyê didin hêzên çeteyên DAIŞ’ê û li hemberî YPJ/YPG’ê şer didin destpêkirin. Ev li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye. Divê her mirova li cihê demokrat cihê xwe bigire.
Divê alîgirên demokrasiyê bêdeng nemînin. 
Divê em li hemberî ev hêza dagirker û faşîst bi hev re têkoşînê bimeşînin. Ji ber niha ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Rojhilat û Bakurê Suriyeyê  êrîş pêk tên. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û plana dagirkirina Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di pêşengtiya jin û ciwanan de hemû gel  bi hev re têkoşîn bike û li ber xwe bide. Em bangawazî  dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasiyê yên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dijîn divê bi hev re li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekîtiya xwe ava bikin û herêm û axa xwe bi hev re biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navneteweyî re jî dikin ku pêwîst e li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Rojhilatê Bakurê Suriya Demokratîk bikevin hereketê û deng bidin. Divê alîgirên demokrasiyê bêdeng nemînin.
Pêwîst e, li hemberî  van kiryar û polîtikayên qirêj,  bê pîvan û bê exlaqî divê em wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir rêxistin bikin û vê siyaseta komkujiyê vala derbixin. Divê bi rihê seferberiyê li dijî zihniyeta serdestiya mêr, komkujî û dagirkirinê bisekinin û divê ji her demê bêhtir em li deskeftiyên şoreşa xwe xwedî derbikevin û tevlîbûnên xwe li hemberî vê pêvajoya dijwar,  zêdetir bidin diyarkirin.
Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran
Li ser van esasan, em wek Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  ev ferman û komkujiya li ser Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî em şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û politikayên qirêj ên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî wê tucarî neyên jibîrkirin û li hemberî vê yekê  têkoşîn û berxwedaniyeke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. Rêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibe bingeha stratejî û taktika îdeolojiya avakirina jiyana wekhev û azad a demokratîk.
Show More
Back to top button