Li Amûdê fermana Şengalê hate şermezarkirin

Li Amûdê ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbû, meşek hate lidarxistin.  Meşa bi tevlîbûna sedan ji êzîdiyên kantone Cizîrê û gelê Amûdê ji çerxerya jina Azed destpêkir û li nava kolanên bajêr geriyan. Di meşê de wêneyên şehîdên fermanê hatibûn rakirin û dirûşmeyên şermezarkirinê hatin berzekirin.

Paştî ku meş gihişte çerxerye Şengel mîtîng mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre  bi navê mala Êzîdiyan Xerîb Hiso, bi navê Kongera Star Minewr Xalid û bi navê meclisa Amûdê Abid Rehman Ahmed axivîn û ev roj bi dilekî xemgîn bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Axaftivanan gotin: Ev roj ji bo civaka Êzidî rojeke reş e. Ji ber ku DAIŞ’ê bi her awayî êrîş kir û xwest civaka Êzidî tune bike, lê bi berxwedan û tekuşînê gelê Şengalê bi serketin.

Meş bi siloganan bi dawî bû.

Show More
Back to top button