Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê di roja 11‘an de ye

Çalakiya mertalê zindî ya li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Serêkaniyê di roja 11′ an de didome.

Îro şêniyên navçeya Tirbesipiyê, Çelaxa û Til koçer çalakî dewir girtin, şêniyan li gel berzkirina dirûşmeyan berê xwe dan konê çalakiyê yê li xeta sînorê di navbera Serêkaniya Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatiye vedan.

Di çalakiyê de li ser navê kongra Star a navçeya Tirbespiyê Asiya Cuma û li ser navê kongra Star a kantona Qamişlo Welîde Botî axivîn. Axavtivanan spasiya hemû çalekavanan kirin û gotin: em van êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên me şermezar dikin, em qebûl nakin ku tu kes derbasî axa me bibin axa ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan em tu caran ji dagirkeran re bernadin. heya dawî emê li ber xwe bidin û emê çalakiyê xwe berdewam bikin.

Çalakiya mertalê zindî berdawame.

Show More
Back to top button