‘Çima cîhan ji bê dengiya xwe der nakevê’?

Dewleta Tirk a Dagirker piştî  ku Efrîn dagirkir, niha jî dest bi gefxwarinên ku dê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dike.

Endama kongira Star a navçeya Tirbespiyê Xalîde El-Elî di derbarê mijarê de wiha axivî: Dagirkeriya Tirk ji sala 2018’an ve Efrîn dagirkir,  gelê wê yê resen koçber kir û çeteyên xwe lê bi cih kirin. lê heya niha cîhan ji bê dengiya xwe nederketiye.

Xalîdeyê wiha berdewam kir:  Dewleta Tirk niha jî her demekê gefan li ser herêmên me dixwe, lê çima cîhan û dewletên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin  ji bêdengiya xwe dernakevin?.

Xalîde El-Elî wiha gotinên xwe bi dawî kir: herêma ewle ya ku dewleta Tirk qal dike em naxwazin û em tu hêzê li ser xaka xwe qebûl nakin ji bilî hêzên xwe yê lehing (YPG û YPJ).

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button