Hunermend Dilgeş hate bibîr anîn

4’emîn salvegera Şehadete Hunermend Dilgeş Hesen bi merasîmekê Navçeiye Tirbespiyê  hate bibîr anîn.

Merasîma bîranînê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol bi depek rêzgirtin hate destpêkirin. paşê li ser navê malbata Şehîd Fesîh Hesên û Mistafe Mexmûr axifîn.

Axaftivanan qala Jiyana Şehîd ku hemî bi ked û berxwedanê derbas bibû kirin û soza berdewamkirina riya Şehîdan nûkirin.

Paşê Koma Şehîd Dilgeş, koma Til Hemîs, koma Hesekê ya bi navê Gere Stêrk û Sîbanê xelatê stran gotin. Her wiha Ahmedê Çetelê helbestek got.

Merasîm bi çûna li ser gora Şehîd bi dawî bû.

Show More
Back to top button