Li Qamişlo jinan meş li darxistin

Di rêzeçalakiyên hemleya Kongra Star de ya di bin diruşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî têk bibe” li ser asta kantona Qamişlo meşeke jinan hat li dar xistin.

Meş ji çerxereya Şehîdên Enternasyonalîst dest pêkir û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan, meşvanan diruşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bê serok jiyan nabe’ berizandin.

Meş li Goristana Şehîd Delîl bi deqeyek rêzgirtin veguherî Mêtîng, piştî wê axaftin li ser navê Kongra Star û pêkhateyên ereb hatin kirin û li ser navê jinên Enternasyonalîst daxuyanî hat xwendin, axaftivanan bal kişandin li ser têkoşîn û azadiya jin ku wê jin bi îradeya xwe dagirkeran têk bibe.

Meş bi diruşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button