“Destûra ku em têde beşdar nebin, em qebûl nakin”

Bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişloyê li dijî nevexwendina civîna derbarê destûra nû ya ji bo Sûriyeyê de meş hat lidarxistin.

Bi hezaran pêkhateyên kantona Qamişloyê û endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û rewşenbîr, bi dirûşmeya “Destûra ku em têde beşdar nebin, em qebûl nakin” daketin qadan û helwestên xwe nîşandan.

Meş ji Stada 12’ê adarê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir, di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa ‘Na ji Lozaneke nû re’ û ‘Ji mafê me ye em tevlî destûrê Sûrî bibin’ hatin hildan û li pêşiya navenda netewên yekbûyî li taxa siyahî rawestiya.

Piştî deqeyeke rêz girtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Kewriyê axifî û wiha got: Em ji destûre nehatine vexwendin, banga me ji saziyên pêwendîdar re heye ku ji biryara xwe vegerin. Ji derveyî me çareserî nabe û wê destûrê we bêencam be. Em ferq û cûdahiyê qebûl nakin em hemû gelê sûriyeyê ne û dive em jî di nivîsandina destûr de hazir bin.

Meş bi dirûşmeyên “Na ji parçe kirina Sûriyeyê re” û “Bijî yekîtiya gelên Sûriyeyê ” bi dawî bû.

Show More
Back to top button